Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-01-08 14:04:26 STENBOL - Rojnameger Metîn Goktepe ku di bin çavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.  Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di 8’ê Çileya sala 1996’an de dema li Alîbeykoyê ya Stenbolê nûçe dişopand hate binçavkirin û li Eywana Sporê ya Eyûpê ji hêla polîsan ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Goktepe, di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de, ji hêla hempîşeyên xwe, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve li ser gora xwe ya li Goristana Kemerê ya Esenlerê hate bibîranîn. Di bîranînê de dovîzên “Rojnameya Evrenselê dinivîse, Metîn dijî” û “Çapemeniya Azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe” hatin hilgirtin.    Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Evrenselê Hakki Ozdal di bîranînê de axivî û Goktepe bi bîr anî. Ozdal, got ku heta hesaba komkujiyê dipirsin dê hêrsa wan her bidome. Xebatkarê Rojnameya Evrenselê Mûrat Unsal jî got ku dê xwedî li mîrateya Goktepe ji wan re hiştiye derkevin.    'EVRENSEL DINIVÎSE, METÎN DIJÎ’    Xwişka Goktepe, Meryem Goktepe jî wiha got: “Metîn, rojnamegerê karker, kedkar û bindestan bû. Li ku derê têkoşîn hebûya, Metîn li wir bû. Ez, rojnamegerên ciwan ên rojnamegeriya xwe li ser şopa Mûsa Anter, Ugur Mumcu û Metîn Goktepeyan didomînin silav dikim. Hûn her hebin. Evrensel dinivîse, Metîn dijî.”    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bi bîr xist û got ku dewlet bi qetilkirina rojnamegeran hewl dide rastiyan veşêre. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî Goktepe û rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku dê têkoşîna wan bidomînin. Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk jî got ku dê her tim li cem rojnamegeran cih bigirin.    Piştî axaftinan, beşdadran qurnefîl danîn ser gora Goktepe û bîranîn bi dawî bû.