Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin 2025-01-11 10:14:27   STENBOL - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya daxuyand ku di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin û 30 kes jî hatine girtin.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyand ku di 10 rojan de li 41 bajaran operasyon hatine lidarxistin û di van operasyonan de 147 kes hatine binçavkirin û 30 kes jî hatine girtin. Yerlikaya diyar kir ku 17 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan û sedema binçavkirin û girtinan jî ji ber parvekirinên medyaya sanal û "propagandaya rêxistinê", "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya maddî ya ji bo rêxistinê" ne.