Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî 2025-01-11 13:29:45   STENBOL - Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li aktivîst û rojnameger Pexşan Ezîzî hat birin, li Stenbolê daxuyanî da. Jinan anîn ziman ku cezayê darvekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye.   Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî erêkirina  biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hat birîn, li pêş Sefaretxaneya Îranê ya li Fatîha Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de dowîzên “Bila Îran cezayê darvekirinê rewestîne”, “Em dengê Pexşan Ezîzî ne”, “Azadî ji bo Pexşan Ezîzî” rakirin û bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Jinan li vir pankarta “Li Îranê cezayê darvekirinê rawestînin” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyç li vir axivî û wiha got: “Em îro li pêş Sefaretxaneya Îranê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî kom bûne. Em vê biryarê nas nakin. Em bang li hemûraya giştî dikin ku li dijî vê biryara dermirovî dengê xwe bilind bikin. Em li gel jinên ku li Rojhilata Navînê rastî tundiyê tên têdikoşin. Rejîma faşît a Mola ya Îranê ji roja ewil de bi biryarên cezayê darvekirinê dixwaze jinan ji têkoşîna wan dûr bixe. Rejîma Mola a Faşîst dixwaze bi biryara darvekirinê têkoşîna jinan a azadiyê asteng bike. Pexşan Ezîzî, gotibû ew dizane bedelên azadiyê giran e, lê ew ji bo azadiyê amade ye ku bedele bide. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê û dewletên cîhanê dikin. Pexşan Ezîzî parazvanek mafên mirovan e. Rojnamegerek jin e. Têkoşînek azadiyê ye. ji ber vê yekê bûye hedefa Rejîma Mola a Îranê. Em dizanin li hemû Rojhilata Navînê li dijî jinan polîtîkayên tundiyê pêş dixin.”   Halîde Turkoglûyê anî ziman ku ew dibêjin bila ev kuştin, komkujî bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin parastina aştiyê, parastina mafên mirovan û parastina wekheviya jiyanê ye. Em dibêjin dest ji van polîtîkayan berdin. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî,” “Bimre rejîma mola ya Îranê” bi dawî bû.