Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî 2025-01-11 15:39:50   NAVENDA NÛÇEYAN - QSDˈê diyar kir ku nûçeya ajansa SANAˈyê ya ku dibêje wesayîteke bombebarkirî ji herêmên QSDˈê derbasî Helebê bûye ne rast in. QSDˈê ragihand  ku ji bo rastiya bûyerê were aşkerakirin ew amade ye bi rêveberiya li Şamê re tevkariyê bike.   Navenda Ragihandinê ya QSDˈê têkildarî nûçeya ajansa SANAˈyê ya ku dibêje erebeyeke bombebarkirî ji herêmên di bin kontrola hêzên wê de derbasî Helebê bûye daxuyaniyek da.   Daxuyaniya QSD'ê bi vî rengî ye:    "Ajansa SANAˈê ragihand ku li Helebê erebeyeke bombebarkirî hatiye desteserkirin û îdia kir ku erebe ji herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê yên di bin kontrola hêzên me hatiye. Em teqez dikin ku ev tawanbarkirin şaş in û xwe naspêre tu delîlên rast û lêkolînên zelal.   Wekî tê zanîn herêmên navbera herêmên serweriya hêzên me û Helebê tijî komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne. Têkbirina ewlehî û istiqrara herêmê, her wiha hewla xirabkirina atmosêfra erênî ya diyaloga di navbera hêzên me û rêveberiya operasyonên leşkerî ya li Şamê de ji berjewndiyên wan komên çete ne.   Ji bo rastiya teqînan û şandina teqemeniyan ber bi herêmên Helebê û yên dîtirî werin aşkerekirin, hêzên me amade ne, bi saziyên têkildar ên Rêveberiya Şamê re tevkariyê bike."