ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-12 09:00:33   * Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan diyar kir ku bi zimanê derdora îktîdarê bi kar tîne re ne pêkane guftûgo bidome û wiha got: “Rewşenbîr û entelektûelên rojavayî wate didin paradîgmaya Ocalan. Lê di siyaseta Tirkiyeyê de nayê dîtin.”    * Serê Salê ya ku di 13’ê Çileyê de ji hêla gelê Kurd ve tê pîrozkirin, îsal dê li Amedê bi çalakiyên cuda were pîrozkirin. Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê Celal Ekîn banga tevlibûna pîrozbahiyan kir.    * Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema kişandina belgefîlma “73”yê de li gel rojnameger Nazim Daştan ê hatî qetilkirin azadî û êşên Şengalê kiribû belgefîlm, wiha got: “Em ê proje û xeyalên Nazim ên nîvco mayin bi cih bînin."    * Îndîra Saîpnazarova a Qazaxistanî ku diçe qursa zimanê Kurdî ya Avestayê, diyar kir ku Kurdî mereq kiriye û wiha got: “Min got wiha nabe divê ez hînî Kurdî bibim û min dest bi qursê kir.”    * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li ber xwe didin, gotin ku wan kolan bi kolan xebatên hilbijartinê meşandine û ew ê xwedî li keda xwe derkevin.    * Parêzer Mehdî Ozdemîr lêpirsînên li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatine vekirin bi bîr xist û wiha got: “Divê pergaleke hiqûqê ya rê nade darizandinên derhiqûqî were avakirin.”    * Bubo Taş ku 2 sal berê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan agir berdabû bedana xwe, li pey xwe ev peyam hiştibû: “Divê em xwedî li Serokê xwe derkevin.”    * DBP dê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (10.00)   * Geşedanên têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan dê bên şopandin. (11.00-19.00)    * Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê 1’emîn Civîna Asayî li dar bixe. (13.00)   * Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê li girtîgehê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ziyaret bike. (13.00)