Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin 2025-01-12 09:16:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema kişandina belgefîlma “73”yê de li gel rojnameger Nazim Daştan ê hatî qetilkirin azadî û êşên Şengalê kiribû belgefîlm, wiha got: “Em ê proje û xeyalên Nazim ên nîvco mayin bi cih bînin." Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûce dişopandin, di encama êrîşa dewleta Tirk a bi Balafira Bêmirov a Çekdar (SÎHA) de hatin qetilkirin. Rojnameger Daştan di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir û piştre jî cihê xwe di Çapemeniya Azad de girt. Daştan li gel vê gavê her nûçeya ku çêkir rastî û heqîqetê eşkere kir, li her qadên ku şer lê diqewime bi kameraya xwe amade bû. Di serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê de ji Kobanê heta Efrînê û ji wir jî heta Reqayê cihê xwe girt. Lêbelê herêma ku herî zêde lê bandor bûyî jî Şengal bû. Şengal di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin û êriş hatin destpêkirin. Di vê êrişa ku weke fermana 74’an a li dijî Êzidiyan tê binavkirin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. Jin û zarokên dîl hatibûn girtin, li bazaran hatin firotin. Nazim Daştan ku ji vê pir bandor bû, yekemîn belgefîlma xwe li Şengalê çêkir. Belgefîlma bi navê "73" ku derhêneriya wê Daştan dikir, li ser fermana 73'an a DAIŞ'ê ya li dijî Êzidiyên Şengalê hate kişandin. Ev belgefîlm a bi navê 73, li ser çîrokên jin û şahidên ku ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûne hate kişandin û Daştan di vê belgefîlma xwe de bal kişand ser bawerî, berxwedan û êşa Êzidiyan. Belgefîlm di mîhrîcanên navneteweyî de hat nîşandan. Daştan, bi vê belgefîlmê careke din komkujî ronî dikir.      Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema kişandina belgefîlma "73" de bi Daştan re xebitî, behsa dilsoziya Nazim a ji bo Şengalê, belgefîlma ku kişandiye û şahidiya wî kir.   ÊŞ, AZADÎ Û BERXWEDAN KIR BELGEFÎLM   Argeş Şengalî, anî ziman ku Nazim Daştan xwest êş û azar û azadiya Şengalê bi belgefîlmekê ji raya giştî re ragihîne û wiha got: "Heval Nazim di dawiya sala 2017'an, serê sala 2018'an de hat Şengalê. Em wî ji wê demê pê ve nas dikin. Berê me ew nedîtibû lê bi raya çapemeniyê me ew nas kir. Nazim ji ber ku civaka êzidî û êşên wê bihîstibûn û naskiribûn pir hestiyarî nêzikî jin, zarok û extiyaran dibû. Em wê demê di nav xebatên çapemeniyê de bûn lê şer hebû. 4 sal derbas bibûn lêbelê Şengal hê bi temamî azad nebûbû.  Dema ku heval Nazim hatî vê derê me pirsên weke ku ew kî ye û ji ku derê ye kirin. Ji bo statu û rêveberiya xweser gavên girîng hatin avêtin. Heval Nazim jî bi vê hestê hat Şengalê. Ji aliyekê ve xwest ku belgefîlmek êşên civaka Êzidî çêbike, ji aliyê din ve jî têkoşîn, berxwedana Şengalê ji raya giştî re ragihîne. Bi belgefîlmekê xwest dîroka Şengalê, şêwaza jiyana wê, civaka Êzidî, rêveberiya wê ya xweser, hêzên wê yên leşkerî û şerê gerîlayên HPG'ê û hêzên YPG'ê bi belgefîlm tomar bike.”   'JINÊN KU HATINE RIZGARKIRIN KIŞAND'   Rojnameger Şengalî, diyar kir ku Nazim xwest îşkence û azadiya jin û zarokên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin belge bike û wiha got: "Di wê demê de hêzên YBŞ'ê, Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re bûn. Gelek jin û keçên Êzidî di destê DAIŞ'ê de hatibûn rizgarkirin û gelek jî hê di destê DAIŞ'ê de bûn. Di operasyonên hêzên YPG'ê de gelek ji wan hatin rizgarkirin. Piştî lêkolînan em pê hesiyan ku Nazim rojnamevanekî ku dilê wî ji bo civaka Êzidî lêdixist, dema zarokên Êzidî yên di navbera 9 û 10 salî de dîtin pir keyfxweş dibû û ji wan pir hez dikir. Nazim bi taybetî jin û zarokên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin û piştre hatin rizgarkirin, belge dikirin."   'JI BO BELGEFÎLMÊ BIKIŞÎNE ME BI PIYAN ÇIYA DERBAS KIRIN'   Şengalî, da zanîn ku Daştan ji bo temamkirina belgefîlmê pir têkoşîn daye û wan bi hev re li gelek çiya derbas kirine.  Şengalî, da zanîn ku Daştan dixwest ku êş û berxwedana Şengalê bigihîne hemû cîhanê û wiha pê de çû: “Şert û mercên ku em weke Çapemeniya Azad a Şengalê tê de bûn, gelekî xerab bûn. ji komkujiyê nû xilas bibûn. Û me ji bo xweseriyê gavên girîng diavêt. Lê ji bo temamkirina belgefîlmaz heval Nazim em ê bi peyatî çûn gelek gund, herêm û çiyayan ji bo temamkirina belgefîlma heval Nazim. Me xwest em bi vî awayî li Şengalê karekî biqedînin ji xwerêveberiyê, ji rêveberiya xweser bigire heta baweriya Êzidiyan û ji raya giştî parve bikin. Armanca belgefîlma wî jî ev bû. Tiştê ku bandor li Nazim kir ew bû ku civaka Êzidî di Komkujiya 74'an de koç nekirin û xwe parastin. Rewşeke din ku bandor li wî kir jî tevlibûna jinên ku piştî ku hatin rizgarkirin di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bûn. Her tim digot,' Civaka Êzidî xwe ji nû ve afirand, divê cîhan vê bibîne.' Armanc ew bû ku civaka Êzidî çawa li hemberî qetlîaman li ber xwe da û Rêveberiya Xweser a ku hatiye avakirin ragihîne û bi hemû cîhanê bide naskirin."   'EZ XWE WEKE KU LI AXA LÊ JIDAYIKBÛME HÎS DIKIM'   Şengalî, bal kişand ser dilsoziya Daştan a ji bo Şengalê û ev tişt anî ziman: “Heval Nazim gelekî dixwest Şengalê bibîne. Dema me derdora Çiyayê Şengalê nîşanî wî da, yan jî dema ku em diçûn ser girekî bilind û Şengalê, digot,' Ez xwe weke ku li axa ku lê ji dayik bûme hîs dikim.' Heval Nazim tu carî xwe ji civaka Êzidî cuda nedît. Xwe ji civakê qut nekir, êşa wê civakê hîs dikir û dibû dengê civaka xwe."   'XEBAT Û PROJEYÊN WÎ EM Ê TEMAM BIKIN'   Şengalî destnîşan kir ku ew ê kameraya Nazim Daştan a ku hiştiye li erdê nehêlin, ew ê têkoşîna wan a heqîqetê bimeşînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta şehadeta xwe heval Nazim, zilm û zordariya ku li ser civak dihate kirin ji raya giştî re parve kir. Ji ber ku xwest hemû cîhan bibîne ka dewletên kapîtalîst çawa herêmên dagir dikin. Nazim jî bi vê hesasiyetê karê xwe dikir. Di oxira vê de jî canê xwe da. Em nikarin behsa hevalê Nazim bikin, em çiqasî vebêjîn jî dê kêm bimîn. Em bi şev û roj bi hev re bûn. Me bi hevre salek derbas kir. Gelek proje li pêşiya wî hebûn. Dixwest xwe bigihîne hemû civak û cîhanê. Dixwest şêwaza jiyana civakan û çawaniya dagirkeran dixwazin li ser civakan serwer bibin ragihîne. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî rê û heqîqeta heval Nazim û Cîhan nekarî li ber xwe bide û ew qetilkirin. Heta ji destê me bê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Em nahêlin pênûs û kamerayên wan bikevin erdê. Xebata ku wan neqedandiye em ê temam bikin. Em şagirtên wan in û tiştek ku em ji wan fêr bibin dê bigihînîn armancê.”    MA / Zeynep Durgut