Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê 2025-01-12 11:38:38 MÊRSÎN - Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclisê sewqî edliyeyê. Wekîl û malbatên binçavkiriyan negirtin Edliyeya Mêrsînê.  Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê çileyê de bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Ji bilî parêzerên binçavkiriyan, destûr nehate dayin ku wekîl û malbatên binçavkiriyan biçin avahiya edliyeyê. Tê payin ku îfadeyên binçavkiriyan bên girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê duh bi şev biryar da ku tenê parêzerên şevê din ketin îfadeya li cem hêzên ewlekariyê bikevin avahiya edliyeyê. Gelek parêzer, wekîlên DEM Partiyê û endamên malbatên binçavkiriyan xwestin bikevin edliyeyê lê hatin astengkirin.    Tê payin ku têkildarî îfadeyên li emniyetê û sepana heyî li pêşiya edliyeyê daxuyanî bê dayin.