Li Amedê sersal hat pîrozkirin 2025-01-13 20:11:19 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya Peyas û Rezan çarçoveya pîrozbahiya Serê Salê de bername pêk anîn û demên bi coş hatin jiyîn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de bernameyek li dar xistin. Li Kolana Sakarya ya Rezan hevşaredarên bajarê mezin a Amedê û hevşaredarên Rezan ligel def û zirneyê û "kosegelî"  hatin gel hev û heta Parka Koşûyolûyê esnaf ziyaret kirin û şekir belavkirin.   Di bernameyê de çîrok, stran hatin gotin û atolya zarokan pêk hat. Dengbêjan stran gotin.   PEYAS   Li Peyasê jî li taxa Gazîler ligel ‘kosegelî’ serdana esnafan hat kirin.Koma ‘kosegelî’ bê navber gotin ‘Serê salê binê malê xwe û dê azadiye bîne Kurdistanê’.   Bername bi govendê bi dawî bû.