Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket 2025-01-14 08:42:34   ENQERE - Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ku der heqê wan de biryara tehliyeyê hate dyain, ji girtîgehê derketin.    Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di 30’ê Mijdara 2024’an de hatibûn girtin, piştî îtîraza parêzeran duh hatin tehliyekirin. Dundar û Akin ku li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihatin ragirtin, piştî biryara tehliyeyê şevê din di saetên dereng de ji girtîgehê derketin. Dundar û Akin li pêşiya girtîgehê ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz ve hatin pêşwazîkirin.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA QEYÛM DA   Dundar, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da û got ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Dundar, wiha domand: “Rewşa girtiyên nexweş mijareke cuda ye. Lewma di vê rewşê de zehmet e ku mirov keyfxweş bibe. Li hêla din operasyonên qirkirina siyasî didomin. Hevşaredarên me yên Akdenîzê û endamên meclisê bi awayekî neheq hatin girtin. Careke din îradeya siyasî ya gelê me xesp kirin. Ev rewş nîşan dide ku sepanên dij-demokratîk didomin. Lê hêviyek heye. Pêvajoyeke hêj nav lê nehatiye kirin heye. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ji bo pêvajoyeke demokratîk û azadiya gelan bangek heye. Hêvîdarim bibe wesîleya azadiya gelên Tirkiyeyê.”