Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê 2025-01-15 09:23:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Herêma Serhedê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewayî ya roja 15’ê Çileyê eşkere kir. Li gorî raporê dê li bajarên bakurê Kurdistanê yên Sêwas, Erzirom û Meletiyê şilope û berf bibare.   Di heman demê de hate gotin ku başûrê rojavayê Herêma Serhedê û derdora Mereşê dê barîn hebin.    MGM’ê ji ber xetereya aşûtan, xelkê li rojhilatê Sûriyeyê yên li deverên bilin dijîn hişyar kir.  Di heman demê de meteorolojiyê li dijî qerisînê erdê û mijê jî ajokar û xelkê herêmê hişyar kir.