Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike 2025-01-15 09:34:07 ÎZMÎR - Parêzvanê mafên mirovan Coşkûn Ustercî ku yek ji îmzevanê metna divê meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin de ye, wiha got: "Pir rast e ku divê muzakere ji Îmraliyê dest pê bike." Yek ji îmzevanê divê meseleya kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin parêzvanê mafên mirovan Coşkun Ustercî, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên ku tên kirin nirxand û got: "Ji bilî daxwaza aştî û demokrasiyê tu çareya me tune ye."   Ustercî îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navînê kir û got ku ev geşedan bûne sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan û krîzên mirovî. Ustercî bal kişand ser bandora van geşedanan a li ser Tirkiyeyê û got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd ku gelekî girîng e, ev 40 sal in bi rêbazên aştiyane nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd dibe sedema berdêlên gelekî giran ên aborî, siyasî, civakî û çandî. Li hemberî tabloyeke wiha tarî dema ku em wekî mirov li meseleyan dinêrin, em dibînin ji bilî daxwaza aştî û demokrasiyê tu çareyek nemaye. Eger em nikaribin aştî û demokrasiyê ava bikin û wan mayînde bikin, wê ev rewşa tarî me bişewitîne. Em ê di tariyê de winda bibin."   Coşkun Ustercî   GUMAN Û FIKAR   Ustercî anî ziman ku ji bilî aştî û demokrasiyê tu rêyeke din nîne ku binpêkirinên mafên mirovan ên heta niha hatine kirin ji holê rake û got ku ji bo dawî li derdorên nakokî bên divê hevdîtinên aştiyê heta dawiyê bidomin. Ustercî mînakên danûstandinên cuda yên aştiyê yên li gelek deverên cîhanê nîşan dan û got: "Di bin ronahiya van de ezmûneke mirovî ji bo me hatiye afirandin. Dema em li van ezmûnan dinêrin, em dibînin ku pêvajo her tim geh bilind bûne geh ketine. Hevdîtinên demdirêj, di demên neçaverêkirî de maseyê diqulibînin û sozên ku hatine dayîn bi cih nayên. Ev jî dibin sedeam guman û fikaran. Lê divê em bi ser de biçin. Ji lew re firsendek heye. Heya mirov rîskê nede ber çavê xwe ne pêkan e ku derfetan biafirîne û bigihê aştiyê."   Ustercî diyar kir ku ji bo pêvajo rast bimeşe zelalî gelekî girîng e û got: "Divê hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna mafê agahîdayînê yên civakê bên rakirin. Ev bi tena serê xwe têrê nake. Piştî pêvajoya dawî ya çareseriyê hewldana darbeyê pêk hat. Desthilatdariya siyasî ev yek wekî firsend qebûl kir û Rewşa Awarte îlan kir. Qada siyasî ya giştî teng kir û girt. Maf û azadiyên bingehîn hatin astengkirin. Di vê hawirdora siyasî ya girtî de ne mimkûn e ku ev zelalî hebe. Divê hawirdora siyasî ya giştî ya girtî bi tevahî were vekirin. Ji bo ku mirov bikaribe bi azadî behsa aştî û demokrasiyê bike û bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, divê astengiyên li ber azadiyên din bên rakirin. Qanûna dezenformasyonê ya ku di demên dawî de hatiye derxistin heye û bi hebûna qanûnên bi vî rengî zelalî çênabe."    'PIR GIRÎNG E KU MUZAKERE JI ÎMRALIYÊ DEST PÊ BIKE'   Ustercî diyar kir ku pêvajoyeke ku li pişt deriyên girtî pêk tê wê baweriyê nede tu kesî û got ku divê Meclis roleke çalak bilîze. Ustercî diyar kir ku divê aktorên siyasî bên agahdarkirin û got: "Abdullah Ocalan di mijara çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd de nûnerê hinek aliyên nakok e ku werin ser maseyê. Wî bi xwe jî got ku xwedî hêz û wê şiyanê ye ku dikare vê pirsgirêkê li ser zemînê hiqûqê çareser bike. Lewma divê kesên pevçûnê didomînin û aktorê zor û zehmetiyên vê dikişînin biaxivin. Aliyekî vê Îmralî û aliyê din jî desthilata siyasî û şirîkên wê ne. Lewma pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike."    Ustercî diyar kir ku aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were wê bandoreke mezin li Rojhilata Navînê bike û wiha got: "Em dikarin bibêjin aştiya Tirkiyeyê aştiya Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navînê pevçûneke emperyal heye ku Rûsya-Çîn û DYA û mutefîkên wan dikin. Tirkiye jî hewl dide di vir de ji xwe re rolekê çêbike. Bi rastî jî gava aştiyeke li ser esasên demokrasiyê , mafên mirovan û aştiyê pêk bê bê dê hesabên emperyalîstan jî xera bibe. Ji lew re demokrasî û aştî, zelalî û bawerî ye."   Ustercî destnîşan kir ku divê fikra aştî û demokrasiyê were civakîkirin û got ku divê hemû civak bi awayekî bibiryar û bawerî doza aştiyê bike. Ustercî bi bîr xist ku beşeke mezin a civakê ji ber şer û pevçûnên ku zêdeyî 40 sal in dewam dike zirar dîtiye û wiha dewam kir: "Hemû kes nerihet in. Bedelên giran hatin dayîn, zêdeyî 40 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lewma yek ji rêyên herî girîng ên pêaknîna aştiya mayinde ew e ku aştî û demokrasî bên civakîkirin."