HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir 2025-01-15 14:45:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên HTŞ’ê li Taxa Zoravayê ya Şamê êrişî malên Kurdan kirin.  Endamên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Şamê Taxa Zoravayê ku piraniya şêniyê wê Kurd in dorpêç kirin û bi ser gelek malan de girtin. Endamên HTŞ’ê ku li malan gule reşandin, hinek mal talan kirin û heqaret li welatiyan kirin.    Hat zanîn ku rageşiya li taxê didome.