Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade 2025-01-15 16:10:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrişên hewayî jî gel çalakiya xwe ya li Bendava Tişrînê didomîne.    Ji 8’ê Kanûnê heta niha êrişên hewayî û bejahî yên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê didomin. Berxwedana li dijî êrişan jî ev 38 roj in bênavber didome.    Bi hezaran kesên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser banga Rêveberiya Xweser di 8’ê Çileyê de çûn Bendava Tişrînê. Dema welatî bi konvoyê diçû bendavê, dewleta tirk êriş kir û 5 kes hatin qetilkirin. Tevî êrişan jî bi hezaran kesên xwe gihandin bendavê berxwedana xwe didomînin.    Dewleta tirk her roj gelek caran derdora bendavê bi balafirên şer bombearan dike. Tevî vê jî bi sedan kes ji bo piştevaniya bi nobetê re berê xwe didin bendavê.