Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin 2025-01-16 13:01:00   STENBOL - Danişîna 28’an a doza rojnameger Huseyîn Aykol, Zana Bîlîr Kaya û Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle hate taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK’ê hatibû girtin û li Gerînendeyên Weşanê yên Giştî yên berê Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya, Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle bi îdiaya “miletê tirk biçûk xistine” doz hatibû vekirin. 28’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Tenê parêzer Ozcan Kiliç tev li danişînê bû. Hat gotin ku biryara ji bo girtina Dîcle hatiye dayin nehatiye cîbicîkirin.    Dozger, xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîn taloqî 13’ê Adarê kir.