Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê 2025-01-17 16:11:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed, Munîre Qazî got ku xeyala bavê wê li Rojava pêk tê.   Munîre Qazî keça Serokê Komara Mahabadê ya Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal, peyamek piştgiriyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşand.   Munîre Qazî di peyama xwe ya bi dîmen de wiha got: “Silav û rêz, ez Munîra Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed, li bajarê Mahabadê. Piştgiriya xwe ji bo gelê kurd û Rojavayê Kurdistanê aşkera dikim. Her wiha destxweşî dikim ji bo herdu têkoşer cenabî Kak Mesud Barzanî û cenabî General Mazlum Kobanî û hemû kesên ku ji bo yekitiya nav mala kurd li rojavayê Kurdistanê têdikoşin dikim. Xewn û xeyala bavê min li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî pêkanînê bûye. Hêviya serkeftinê ji bo hemû dilsozên gelê kurd dixwazim.”