Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be 2025-01-18 09:52:28 STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re nirxandin û gotin: "Eger hemû alî wekî birêz Ocalan ji dil û can bin, wê aştî pêk were." Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didome. Di 28’ê Kanûnê de heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîbû. 7 xalan peyama Abdullah Ocalan ên têkildarî pirsgirêka kurd hatibûn parvekirin, di raya giştî de tên gengeşekirin.   Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û gengeşeyên çareseriyê de nirxandin kirin.   ‘GER SAMÎMÎ BIN DÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'   Bedîa Gokguzê diyar kir ku di helwesta Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê de tu guhertin çênebûye û got: “Di nava civakê de tu pirsgirêk nîne. Lê dîsa jî di saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê de 'zimanê şer' tê bikaranîn. Armanca me ew e ku em aştiyeke birûmet û azadiyê bînin Tirkiyeyê. Desthilat di axaftina xwe ya aştiyê de ne jidil e. Ger wekî birêz Ocalan samîmî bin dê aştî çêbibe. Niha Erdogan li aliyekî rawestiyaye û Bahçelî jî diaxive. Ger ji bo Erdogan kar bike dê bêje 'aştî baş e' lê ger ev pêvajo jî têk biçe dê Erdogan bêje 'min nekir, Bahçelî kir'. Dibêjin aştî, lê qetlîaman didomînin. Rojnameger qetil kirin û nehiştin cenazeyên wan jî bînin Tirkiyeyê û defin bikin. Ev nîşan dide ku şer dewam dike. Aştî wê çawa bi vî rengî pêk were? Yek ji astengiyên li pêşiya aştiyê ew in ku ji şer sûd werdigirin. Ger bihêlin ku dayikên leşker û dayikên gerîla li hev bicivin, ji bo aştiyê ne hewcedarî bi Bahçelî û ne jî bi Erdogan hebû. Lê destûrê nadin vê. Ji ber ku berjewendiyên wan di vî şerî de hene."   Bedîa Gokuzê anî ziman ku divê êdî şer bi dawî bibe û got: “Tu eleqeya tirkan û kurdan bi vî şerî re nîne. Kezeba her du aliyan jî dişewite. Heta niha bi hezaran ciwanên me jiyana xwe ji dest dane. Gelek rojnameger hatin qetilkirin. Kurdan tu carî şer nexwest. Kurdan tenê ji bo parastina xwe şer kir. Heta em sax bin em ê bêjin aştî."    ‘EM JI BO BERPIRSIYARIYÊ AMADE NE'   Fatma Yilmazê da zanîn ku ji bo çareseriyê ew ê serdana gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl bikin. Fatma Yilmazê destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan û xwest êrişên Tirkiye û QSD'ê yên di bin kontrola wê de yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin. Fatma Yilmazê got: “Li aliyekî dibêjin aştî, li aliyê din qeyûman tayîn dikin. Me demek berê serdana Baroya Stenbolê kir. Ger CHP û AKP daxwaza me ya serdanê qebûl bikin, em ê serdana wan bikin. Em daxwaza xwe ya aştiyê li her derê radigihînin. Em amade ne ku ji bo aştiyê her berpirsyarî bigirin ser xwe. Çi qas sazî hebin em ê serdana wan bikin."    ‘BEDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN'   Sabîha Bozan da zanîn ku li cîhanê tu pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin û got: “Nêzî 50 sal in li xaka me şer heye. Carekê birêz Ocalan gotibû, 'ger derfet bê dayîn, ez dikarim şer biqedînim û gerîla ji Tirkiyê derxînim.' Lê belê ev derfet nehat dayîn. Lê ne birêz Ocalan û ne jî Dayikên Aştiyê tu carî hêviya xwe ji aştiyê qut nekirin. Aborî ji ber şer ket binê erdê. Di van salan de hem gelê kurd hem jî gelê tirk bedelên mezin dan. Em dibêjin êdî bes e ku em bedêlên girantir nedin. Jidilbûn pir girîng e. Pêwîst e bi zimanê aştiyê were axaftin. Bahçelî ji Erdogan serbixwe nikare van bangan bike. Îro aştî çi qasî ji bo me girîng be, Rojava ji ew qasi gıring e. Ji ber vê yekê dest ji zimanê şer berdin. Lewma banga me ji bo desthilatê û aliyên din ên siyasî ye. Divê her kes piştgiriyê bide aştiyê."   MA / Melîk Çelîk