Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin 2025-01-18 15:27:40   WAN - Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglûyê got: “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê bêjin."   Der barê 6 rojnamevanên ku li Wan, Stenbol û Mêrsînê hatin binçavkirin de biryara sînordarkirina parêzaran hat girtin. Rojnamevan Reyhan Hacioglûyê ya ku li Wanê hatibû binçavkirin bi parêzara xwe Jiyan Ozkaplanê re hevdîtîn kir. Hat ragihandin ku rewşa tendurîstiya Reyhan Hacioglûyê baş e.   Reyhan Hacioglûyê ev peyam şand: "Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê bêjin. Fikara me ya cih tune ye. Ji bo rastiyê binivîsin cih ji bo me ne girîng e. Wê ragihandina azad bêdeng nemîne."   Parêzar Jiyan Ozkaplanê jî got ku dê muwekîla wê roja duşemê bi rêya pergala deng û dîmenê (SEGBÎS) îfade bide dozgeriya Stenbolê.