Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin 2025-01-20 13:55:04 STENBOL - Bi hinceta gotinên der heqê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek de, têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû lêpirsîn hate destpêkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serdozgeriyê diyar kir ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di bernameyekê de der heqê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek de axivî ye û da zanîn ku ji ber sûcên “gotinên di asta gefxwarinê de” û “hedefgirtina kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin” li Îmamoglû lêpirsîn hatiye vekirin.