Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî 2025-01-20 15:33:00   ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ya li Enqereyê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî protesto kirin. Jinan xwest ku Pexşan Ezîzî were berdan.    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, ji bo protestokirina biryara darvekirinê ya rejîma Îranê li rojnameger Pexşan Ezîzî birî, li pêşiya Konsolosxaneya Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Bila li Îranê îdam bên sekinandin ji Pexşan Ezîzî re azadî” hate hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul, diyar kir ku rejîma mollayan a Îranê bi awayekî neheq cezayê darvekirinê dide jinan û wiha got: “Pexşan Ezîzî ji ber ku jin e, ji ber ku Kurd, parastvana mafên jinan û rojnamegere bû hedefa rejîmê.”    'BIRYARA ÎDAMÊ TAVILÊ BETAL BIKIN’   Tatligul Gul xwest ku cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn bê betalkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dawî li tundiya ser jinê bînin. Têkoşîna ji bo mafên jinan sûc nîne. Sepana darvekirinê ya vê rejîma faşîst, li ser jiyana jinan xetereyeke mezin e. Li dijî îşkenceyên li Girtîgeha Evînê li girtiyên siyasî yên jin tên kirin, em ê li her devera cîhanê dengê xwe bilind bikin. Cezayê darvekirinê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê Pexşan Ezîzî tavilê were berdan. Cîbicîkirina biryara darvekirinê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bêdengî jî şirîkatiya sûc e.”    Daxuyanî bi dirûşm û tililiyan bi dawî bû.