Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin 2025-01-20 16:15:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Heleb, Qamişlo û Hesekê hatin şermezarkirin.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên dawî yên ser Bendava Tişrînê de 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Êriş, li Qamişlo, Hesekê û Helebê hatin protestokirin.    Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê û Yekitiya Parêzeran diyar kirin ku qetilkirina sivîlan û hedefgirtina jîngehan a ji hêla dewleta tirk ve, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.    Di daxuyaniya li Qamişlo û Hesekê de wiha hate gotin: “Binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî gel û xaka herêmê, li gorî Peymana Cinevê û Hiqûqa Romayê sûcê şer e. Domandina van binpêkirinên mafan ên ji hêla dewleta tirk ve dê bike ku rêxistina terorê ya DAIŞ’ê careke din derkeve holê. Lewma divê DYA û welatên din ên di nava koalîsyona navneteweyî de cih digirin, pêşî li van sûcên Tirkiyeyê yên li dijî herêma me bigirin û hesabê jê bipirsin. Nexwe ev bêdengiya navneteweyî dê weke şirîkatiya sûcên Tirkiyeyê bê qebûlkirin.”    HELEB   Meclisa Tenduristiyê ya Ttaxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter şermezar kir. Ji kedkarên tenduristiyê Henan Şêxo wiha got: “Jîngeh, binesazî, nexweşxane, dibistan, ambulans û konvoyên sivîlan hedef tên girtin. Ev êriş, sûcên şer in û sûcên li dijî mirovahiyê ne.”