Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir 2025-01-22 16:45:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundê Bûbî yê navçeya Zirganê û gundê Bîr Hiso yê Kobanê bomberan kir.       Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk navenda navçeya Zirganê û gundê Bûbî yê girêdayî Zirganê bi çekên giran topbaran kir.    Di heman demê de dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter gundê Bîr Hiso yê li başûrê Kobanê jî bombebaran kir. Hate ragihandin ku bombardûman bi balafirên şer hatiye kirin. Li gorî agahiyan derdora Bendava Tişrînê jî bi obusan hatiye bombekirin.