Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’ 2025-01-23 11:09:12 AMED - PM’a DBP’ê di encamnameya civîna xwe de bal kişand ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û statûya gelê Kurd.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî 7’emîn Kongreya Asayî, di 19’ê Çileyê de civîna Meclisa Partiyê li dar xist. PM’a DBP’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir.    Encamnameya PM’a DBP’ê wiha ye:    Em wek gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin siya şerekî cîhanî yê nû de, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Modernîteya Kapîtalîst, bi taybetî ji nîvê sedsala 20’emîn vir ve krîzên kûr dijî. Ev rewşa krîzê, di nav hewayeke ku newekheviyên aborî û civakî yên global zêde dibin, krîzên ekolojîk kûr dibin û nirxên demokratîk têk diçin de, her diçe zêdetir berbiçav dibe. Bi taybetî, stratejiyên ku li ser çavkaniyên enerjiyê yên nû pêş dikevin, bi derketina şerekî mezin ê li seranserî cîhanê ve xwe nû dikin. Û Rojhilata Navîn ku wek navenda vî şerî tê dîtin, wek qadeke krîtîk a ji bo nûveşekilgirtina Modernîteya Kapîtalîst derdikeve pêş. Nakokiyên pergala kapîtalîst a navendî li Rojhilata Navîn ne tenê bûne şerê aborî û siyasî, di heman demê de bûne şerê îdeolojîk jî.    KRÎZA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK HEM GEF E HEM JÎ DERFET E   Krîzên ku Modernîteya Kapîtalîst dijî, ji bo gelên Rojhilata Navîn hem gef hem jî derfetekê pêşkêş dike. Di demeke wisa de, gelê Kurd jî bi gelên din ên herêmê re, xwedî potansiyela bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye li ser bingeheke hevpar e. Lê belê, bikaranîna vê derfetê, ne tenê têkoşîna gelê Kurd, di heman demê de têkoşîna hevpar a hemû gelên herêmê ji bo mafên wekhev pêwîst dike.   YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURDAN ÊDÎ PÊWÎSTIYEKE   Gelê Kurd ji bo bikaranîna vê derfeta dîrokî xwedî hêz e, di vê pêvajoyê de hem dikare azadiya xwe û hem jî ya gelên Rojhilata Navîn ava bike. Li ser vî bingehî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gelê Kurd pêş dikeve, dê deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Bêguman yek ji gavên herî girîng ên ji bo gihîştina vê encamê jî pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e. Îro guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û konjonktura global a ku bi şerê cîhanî yê nû ve tê şekil kirin, êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekitiya neteweyî pêwîst dike.   ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Sernaveke din a ku konjonktura global ferz dike jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd a ku bi Rejîma Komarê ya ku sedsala xwe ya duyemîn dijî bi awayekî sîstematîk bê çareserî hatiye hiştin, di qonaxa ku hatiye de wek pirsgirêkeke global di nav sedemên bingehîn ên krîzên li Rojhilata Navîn de cih digire. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve di navê çareseriya vê pirsgirêkê de pêşveçûnên girîng qewimîn. Lê belê, em dizanin ku nîqaşên ku di bin navê çareseriyê de li ser pirsgirêka Kurd a ku mijareke li ser siyasetê têne kirin, gelekî kûrtir in.    AZADIYA OCALAN NIFTEYA YEKANE YA AŞTIYÊ YE   Her çiqas li raya giştî der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya bi rûmet de heyecanek çêbibe jî, hedefgirtina destkeftiyên li Rojava, xespkirina îradeya bi siyaseta qeyûman û operasyonên siyasî, darbeyê li hêviya çareserî û aştiyê dixe. Ji ber vê yekê, bidawîbûna konsepta êriş û înkarê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevdîtinên çarenûsî pêwîst e. Êdî divê bê zanîn ku azadiya Birêz Ocalan mifteya yekane yê aştiya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê weke DBP’ê, em bi biryar in ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê her nîqaş û hewldanên ku bê kirin, divê di bin navê pêvajoyê de bê dayîn û di çarçoveya gavên berbiçav de pêk were. Bêguman di vê rewşê de gava herî girîng a ku dê bê avêtin jî dê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be. Ji ber ku modela jiyana hevpar (neteweya demokratîk-konfederalîzma demokratîk) a ku birêz Ocalan formule kiriye xwedî girîngiyeke heyatî ye. Ev model, ji bo avakirina aştiya mayînde li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiya nexşerêyê ye. Modela civaka azadiya jinê, demokratîk, komunal û ekolojîk niha li Rojava tê pêkanîn. Berxwedana ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê tê meşandin jî di esasê xwe de xuyakirina biryardariya parastina modela Rojava ya gelan e.   Di vê çarçoveyê de, em wek DBP ku li ser esasa Siyaseta Rêya 3’yemîn, bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têkoşîna xwe didomînin, avakirina şert û mercên aştiyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û di vê çarçoveyê de mezinkirina têkoşîna me ya siyaseta demokratîk wek berpirsiyariyeke dîrokî dibînin.    XETA TÊKOŞÎNÊ YA SERDEMA NÛ   Li ser bingeha vê berpirsiyariyê; çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane, pêkanîna azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd, parastina destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî yên li Rojava û bidestxistina statûya gelê Kurd, di perspektîfa siyaseta Rêya 3’yemîn de xurtkirina siyaseta demokratîk, xwedîderketina daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê bi serketinê encamkirina li ser xalên hevpar, azadkirina girtiyên siyasî yên ku bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehan de têne girtin û ya herî girîng jî avakirina civaka azad bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinan dê bibin sernavên rojevê yên bingehîn ên ku di siyaseta serdema nû de ji xeta me ya têkoşînê re şekil bide.   Ji bo pêkhatina van rojevên ku ji bo pêşeroja nirxên demokrasî û azadiyê ji hev girîngtir;    * Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di serdema nû de di biryardariya mezinkirina têkoşînê de be.   * Ji bo têkoşînek serfîraz, partiya me dê ji bo pêkanîna hemû biryaran bi rêxistinbûneke xurttir û berfireh; dibistanên partiyê/bernameya perwerdeyê li her derê bicîbîne.   * Her wiha, em ê bi mekanîzmaya rêxistinbûnê ya ku rêxistinên bajar û navçeyên me bi awayekî çalak tê de cih digirin, çareseriya pirsgirêkan hêsan bikin û têkiliya di navbera gel û partiyê de xurt bikin.   * Li ser vî bingehî, em ê têkoşîna xwe di biryardariya Partiya Herêmên Demokratîk a ji aliyê rol û mîsyona xwe ve wek hêza bingehîn a siyasî û civakî ya Kurdistanê de bidomînin.”