Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin 2025-01-23 13:32:55 MÊRSÎN - Di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser Rojava û xwedîderketina li berxwedana gel banga hate kirin. Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 14’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Em êrişên ser gelê sivîl ên li Rojava şermezar dikin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” û lolîpopên “Em rê nadin qeyûm”, “Rêzê ji îradeyê re bigirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Hilbijartî îradeya me ne” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Na ji şer re aştî a niha”, “Gelê Rojava bi tenê nîne”, “Bijî berxwedana Rojava”  û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.    'JI BO ÎRADEYÊ RÊZGIR BIN’   Ji ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî û got: “Hevşaredarên me bi operasyoneke kompasê hatin girtin û dîlên siyasî ne. Em ne tenê li dijî xespa qeyûm, her wiha li dijî neheqiyên li her çar aliyên welêt û êrişên ser Rojava û Bendava Tişrînê jî nobetê digirin. Di êrişên Tirkiye û çeteyên SMO’yê de heta niha rojnameger û hunermend jî di nav de nêzî 20 kes hatin qetilkirin. Em xwedî li berxwedana gel derdikevin.”    'NOBETA ME YA AŞTIYÊ LI VIR E’   Perîhan Koca, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em nobeta xwe ya îro ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser Rojava digirin. Li dijî komkujiyên li ber çavên cîhanê tên kirin, ji bo israra di aştiyê de em nobetê digirin. Em careke din kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Dê tu caran neyên jibîrkirin. Em careke din bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo sekinandina êrişên ser Rojava bikevin nava tevgerê.”    'EM BÊDENG NEBÛN Û DÊ BÊDENG NEBIN’   Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen jî wiha got: “Ji bo Sûriye û Rojava hewcehî bi çareseriyeke demokratîk heye. Hedefgirtina Rojava ne tenê gelên Rojava, pêşeroja gelên Sûriyeyê jî dixe xetereyê. Ji ber ku jiyana nû ya li Rojava, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye. Em li dijî van êrişan tu caran bêdeng neman û dê nemînin.”    BANGA XWEDÎDERKETINA LI MODÊLA JIYANA AZAD    Esen, êriş û komkujiyên li Bendava Tişrînê weke sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bêdengiya li hemberî êriş û komkujiyên ser Rojava, şirîkatiya sûc e. Lewma em bang li her kesî dikin ku xeta têkoşîn û berxwedanê di hemû qadên jiyanê de mezin bikin û xwedî li modêla jiyana demokratîk û azad derkevin.”    Nobet, bi çalakiya rûniştinê domiya.