Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan 2025-01-24 09:02:31   AMED - Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê Bahar Pekerê diyar kir ku armanca wan çareseriya li herêmê peyda bikin û got: "Weke jin em ê xwe bi rê ve bibin."   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî 8 salan di 6'ê Tîrmeha 2024'an de Konseya Bajêr a ku di dema qeyûman de hatibû betalkirin, cardin ava kir. Di bin banê Konseya Bajêr de; Meclisa Çand û Hunerê, Meclisa Jinan, Meclisa Tenduristiyê û Meclisa Astengdaran heye.      Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinê Bahar Peker ku di 12’ê Çile de 1’emîn Civîna xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Em bajarê jinan bi jin, jiyan, azadî ava dikin” li dar xist, têkildarî xebatên meclisê ji ajansa me re axivî.   Bahar Pekerê anî ziman ku piştî bajar ji destê qeyûman hatine girtin bi rêxistinbûnê hatine cem hev û wiha got: “Ji bo pirsgirêkên jinan li herêmê bên çareserkirin avakirina Meclisa Jinê û tevlîbûna jinan ji hemû pêkhateyan girîng bû. Dema ku me dest bi xebata xwe kir, me pirsî 'Wê çi bibe? Em difikirin, 'Em çawa dikarin vê yekê bikin?' Me li bajêr serdana sazî, partî û komeleyên siyasî kir. Di hevdîtinan de me bertekên erênî wergirtin. Me hewl da ku bi her kesê ku der barê vê yekê de gotineke wî/wê heye biaxivin."    Bahar Pekerê diyar kir ku dixwazin bi jinan bajar bi rê ve bibin û wiha got: “Em bi gelek kesan re li cihên cuda hatin cem hev. Gava me li her kîjan derî xist, di serî de qetlîamên jinan, îstismara zarokan, pêgirtîbûna tiryakê, daxilkirian jinên ciwanan a nava fuhûşê û aborî gelek pirsgirêk derketin meydanê. Me bi kîjan jinê re xeber d eheman pirsgirêk anîn ziman û gotin 'Em bi hev re bi hêz bibin û bi hev re jiyanê ava bikin.' Ji bo vê divê em destên xwe bidin hev. Pirsgirêkên li vir ne tenê pirsgirêkên jinên li vir dijîn, pirsgirêkên Amedê jî ne."   Bahar Pekerê diyar kir ku meclisa wan ji 50 endam û 11 endamên desteya rêveber pêk tê û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi plansaziyeke xurt çareseriya hemû pirsgirêkên bajêr bibînin. Bahar Pekerê anî ziman ku pirsgirêkên jinan di rojekê de nayên çareserkirin û wiha dewam kir: “Rastiyeke jinan heye ku di bin desthilatdariya pergala zilamsalar a 5 hezar salî de dijîn. Jin bi hezaran sal in bindest in, lê em ê wekî jin ji asta herêmî dest pê bikin, xwe bi rê ve bibin. Em ê bi hev re tevbigerin û bersiva pirsa 'Em ê jiyaneke komunal, kolektîf ava bikin' bibînin. Em ê bi vê pergalê bixebitin û li ser vê bingehê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin."