ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-26 09:00:54   * Eyşe Efendî diyar kir ku sînorên 100 sal berê di navbera Kurdan de hatine danîn 10 sal berê li Kobanê hatine bêwatekirin û wiha got: “Li Kobanê ev 10 sal in saet ji 3 kêm 10 deqe ye û têkoşîna azadiyê didome.”    * Rojnameger Aykan Sever diyar kir Trump dê bandorê li herêmê bike û wiha got: “Trump, bi destê Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynkirinê didomîne. Çareseriya herêmê, bi fikra Konfederalîzma Demokratîk dibe.”    * Şervana YPJ’ê Sarya Efrîn diyar kir ku xeyalên Tirkiyeyê li berxwedana Tişrînê qelibî ye û wiha got: “Em hêza xwe ji gel digirin. Dayikên me dê berxwedana vê derê ji zarokên xwe re bibêjin û wisa mezin bikin.”    * Şîmel Çam ku keça girtiyê nexweş mehmet Emîn Çam e, diyar kir ku berdana bişert a bavê wê dê di sala 2028’an de be û got: “Em dixwazin bavê min tavilê bê berdan. Demarên mejiyê wî xitimî ne û tumor mezin bûye. Dibe ku di carekê de xwîn biçe ser mejiyê wî.”    * Girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî, li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û hat zanîn ku di dema muayeneyê de kelemçekirina destên wî lê hatiye ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kirine.    *Li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat dê deklarasyona “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” were ragihandin. (11.00) ZINDÎ   * Êrişên li ser sivîl û xebatkarên tenduristiyê yên li Bendava Tişrînê dê li pêşiya AZC Plazayê ya Amedê bê protestokirin. (13.00) ZINDÎ   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê di roja 17’emîn de bidome. (13.30) ZINDÎ