Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir 2025-01-28 13:02:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundê Um Hermelê yê bajarokê Zirganê yê Kobanê bombebaran kir. Di êrişê de ji heman malbatê 3 kes hatin qetilkirin.  Dewleta tirk şevê din gundê Um Hermelê yê bajaroka Zirganê ya Kobanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama bombebaranê de yek jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn.    Navên kesên hatine qetilkirin ev in: “Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok)”   Navên birîndaran wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo û Sîham Deham El Siyad.