Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje 2025-01-28 13:32:22 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku gelê Kurd di mijara çareseriyê de jidil e û wiha got: “Aliyê divê gav biavêje, îktîdar e.”  Hevdîtinên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya nîqaşên ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Enqereyê hevdîtinan dike. Şandeya Platformê, di vê çarçoveyê de bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li eywana civîna koma Meclisê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê jî tev li hevdîtinê bûn.    SEROKÊ BAROYA AMEDÊ: DIVÊ CIVAK BÊ TEVLIKIRIN    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di hevdîtinê de wiha got: “Em pêvajoyê erênî dibînin. Gelê Kurdistanê bihêvî ye lê bihişyarî nêz dibe. Weke rêxistinên civaka sivîl em jî bi baldarî nêz dibin. Em naxwazin ev pêvajo jî mîna yên berê bên tunekirin.  Weke rêxistinên civaka sivîl em jî dixwazin hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bên kirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên diyalog, aştiyane û demokratîk daxwaza gel e.”    'LI HERÊMA ME XWEŞBÎNIYEKE DUDIL HEYE’    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî got: “Li herêma me xweşbîniyeke dudil heye. Gel dixwaze şer xelas bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lê mixabin di serê gel de pirs hene. Divê muxalefet piştgiriyê bide, Meclis xwedî lê derkeve û civaka sivîl tê de cih bigire. Li gorî me divê ev meseleye li Meclisê û bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”    ‘EM HEWL DIDIN HERKESÎ DAXIL BIKIN’   Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji pêvajoyên berê dersan digirin û ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk, diyalog û muzakereyan were çareserkirin, em li parlamentoyê û derveyî parlamentoyê jî têkoşîna xwe didomînin. Em van nîqaşan girîng dibînin û hewl didin civakî bikin. Mîna we, em jî ji bo hemû dînamîkên civakê daxil bikin û ji bo veguhera pêvajoya çareseriyê, 24 saetan dixebitin.”   ‘ALIYÊ KURD JIDIL E’   Bakirhan, anî ziman ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên muzakere û guftûgoyê were çareserkirin û wiha pê de çû: “Li gorî me aliyê Kurd di vê mijarê de jidil e. Ji bo vê jî tişta ji dest tê dike. Ya ku divê gavan biavêje û veguherîne pêvajoyeke aştiyê, îktîdar bi xwe ye. Em ji bo keda we spas dikin. Divê ji her çar aliyên welêt saziyên mîna we di vê mijarê de bên gel hev.”    ‘EM Ê TIŞTA JI DEST TÊ BIKIN’   Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî di hevdîtinê de got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, ev demekî dirêj e têkoşînek tê dayin. Ji bo ev pêvajo veguhera pêvajoya aştiyê weke DEM Partiyê em ê tişta ji dest tê bikin.  Di demên berê de hinek kêmasî çêbûn. Divê zemîneke qanûnî hebe, meclis rola xwe bilîze û partiyên muxalefetê bi çalak tev li bibin. Wê demê dê aştiyeke mayinde çêbibe. Hem hevsengiyên herêmî hem jî yên navneteweyî aştiyê li me ferz diikn. Hêvîdarim her kes wisa binirxîne. Dê xebatên me yên bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî re bidomin.”