Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime 2025-01-29 09:32:24 SÊRT - Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ku weke qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin, dema diket avahiya şaredariyê bi dirûşma “Qeyûm ji şaredariyê bicehime” hate protestokirin.  Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir.   Qeyûm Kizilkaya tevî parastvanan û polîsan keta avahiya şaredariyê. Welatiyên li pêşiya şaredariyê nobetê digirin jî dema walî Kizilkaya derbasî avahiya şaredariyê dibûn dirûşma “Qeyûm ji şaredariyê bicehime” berz kirin.    Çalakiya li pêşiya şaredariyê didome.