Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da 2025-01-29 10:09:03 MÊRSÎN - Biraziyê  siyasetmedar Ahmet Turk, Huseyîn Rêber Turk li Mêrsînê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.  Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Huseyîn Rêber Turk (29) duh li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li Çarxerêya Kopruluyê ya Serbest Bolge ya Taxa Karaduvarê rastî êrişa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hat. Di êrişê de Turk jiyana xwe ji dest da. Tedawiya kesê di êrişê de birîndar bûyî jî didome.    Hat zanîn ku cenazeyê Huseyîn Rêber Turk dê li Mêrdînê bê definkirin.