ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-31 09:00:09   * Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û bangên hikûmetê nirxand. Kartal, bal kişand ser banga hikûmetê ya “çekan deynin” û wiha got: “PKK ne sedem, encam e. Heta sedemên çekrakirinê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan.”    * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku li Rojava ji bilî yekitiyê tu vebijêrkên Kurdan nînin û got: "Yekitî, ji bo Kurdan mecbûriyeteke."   * Lîstikvanê Şanoyê Omer Şahîn ji bo konsera ku ji bo 34'emîn salvegera NÇM'ê wê li Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.   * Gulşen Çalişkan a ku li gundê Bîrtawa yê navçeya Artûklûyê di gengeşeyeke ji ber veguhastina hilbijêran de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, beriya ku bimire navê kiryar eşkere kir. Piştî vê kiryar hat girtin û paşê hat berdan. Lê salek e der barê kiryar de îdianame nehatiye amadekirin.    * Seroka Komîsyona Jinê ya Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Serap Guvençê diyar kir ku gelek serlêdan li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê û Xeta Tundiyê ya hatine kirin û ji bo Stargeha Jinan a Wanê prosedurên fermî temam bûne.    * Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Di rastiyê de pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e û mirov nikare wê daxîne asta çekê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûyîn, wekhevî û edaletê ye."   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê tev li panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” a li Stenbolê bibin. (10.30) ZINDÎ   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariyê Sêrtê hatiye destpêkirin dê bidome. Li Edeneyê dê daxuyanî bê dayin. (12.00-16.00)    * Şaxa ÎHD’a Edeneyê ji bo piştgiriya bi kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (12.30)