Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete 2025-01-31 10:11:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku li Rojava ji bilî yekitiyê tu vebijêrkên Kurdan nînin û got: "Yekitî, ji bo Kurdan mecbûriyeteke." Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus diyar kir ku gelê Kurd ji Şoreşa Rojava heta niha modeleke rêveberiyê ya demokratîk û sekuler ku hemû gelan digire navxwe ava kirine. Karamus, anî ziman ku Tirkiye hewl dide vê modelê tesfiye bike. Karamus, îşaret bi bandora dewleta Tirk a li ser HTŞ’ê kir û got: “Dewleta Tirk naxwaze Kurd di rêveberiyê de cih bigirin, Kurdan red û înkar dike.” Karamus, bilêv kir ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên leşkerî û dîplomatîk, li ser nebûna Kurdan seferber kiriye.   ‘ŞERT Û MERCÊN LIV Û TEVGERA BI HEV RE HEYE’     Karamus, diyar kir ku divê Kurd bi hev re tevbigerin û ev tîşt anî zîman: “Yekane alternatîfa Kurdan ew e ku li Rojava bi hev re tevbigerin.” Karamus ku lihevkirina di navbera Kurdan de pêwîstî dibîne, wiha domand. “Tenê ENKS’ê rêveberiya heyî qebûl nedikir. Em ji sala 2012’an û vir ve dibêjin, şert û mercên liv û tevgera Kurdan a bi hev re heye.”   ‘HEVDÎTINA KURDAN PIR GIRÎNG E’     Karamus bal kişand ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û diyar kir ku ev hevdîtin girîng e. Karamus, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya girîng ew e ku hatine ba hev, hevdîtin kirine û diyalogek pêş xistine.” Karamus, diyar kir ku piştî vê hevdîtinê Barzanî beşdarî bernameyeke Şems TV bû ku di wir de ji bo êrişên dewleta Tirk, hebûna PKK’ê weke hincet nîşan da û bi bîr xist ku beriya PKK were avakirin jî, êriş li dijî Kurdan hebûn.   ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ     Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Kurdan, didomîne û wiha axivî: “Kurdan ji xwe re asteng dibîne. Lewma êrişên xwe zêde dike. Ev êriş bi armanca qirkirinê tên kirin. Êrişên li ser Bendava Tişrînê, parçeyekî vê yekê ne. Bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Li Başûr jî wiha ye. Li bakurê Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirin jî parçeyekî van êrişan e.”   ‘DIVÊ TU KES BI DEWLETA TIRK NEXAPE’     Karamus îşaret bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk a ji bo Iraqê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk hîn jî hewl dide dewletên herêmê bike hevparê polîtîkayên xwe. Gelê Kurd û dostên wê, êdî bi hêsanî polîtîka û armancên dewleta Tirk dibînin. Her kes vê yekê dibîne. Her kesê xwedî wijdan, divê li dijî vê sekna Tirkiyeyê helwest nîşan bide û muxalefetê bike. Divê tu kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyeyê, nexape.”