Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin 2025-01-31 11:00:43   NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM’ê ragihand ku rayedarekî payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin.    Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe ya X’ê kuştina fermandarekî El Qaîdeyê ragihand.   Di daxuyaniya CENTCOM’ê de wiha hate gotin: “Fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresendineê ya El Qaîdeyê Mihemed Selah El Zebîrê, di 30’ê Çileyê di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê hate kuştin.”    Fermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla jî wiha got: “CENTCOM dê nêçîra terorîstan, kuştin an jî girtina wan bidomîne. Dê li dijî komên ku plan dikin êrişî DYA û personelên hevalbend bikin, welatê xwe biparêze.”