Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide 2025-02-13 08:41:41   WAN - Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin tevî hewayê sar jî di roja 3’yan de didome. Li ser daxwazê dê şaredarî şahiya ciwanan li dar bixe.    Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Li ser vê yekê xelkê Wanê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir û çalakî di roja 3’yan de didome. Tevî ku germahiya hewayî di bin sifirê 10 derece jî coşa gel heta serê sibehê domiya. Ciwanên ku agir hilkirîn, li dora agir govend gerandin. Gelek welatiyên di hundirê şaredariyê de rûniştin heta serê sibehê nobeta xwe domandin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bi ciwanan re sihbet kirin.    DÊ ŞAHIYA CIWANAN BÊ LIDARXISTIN   Di saetên serê sibehê de li qada nobetê taştê hate xwarin. Li ser daxwaza ciwanan, biryar hate dayin ku li pêşiya şaredariyê şahiya ciwanan were lidarxistin. Hunermendên herêmî dê tev li şahiyê bibin. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Zeydan dê di şahiyê de biaxivin. Di heman demê de dê di nava rojê de li taxan jî çalakî bên lidarxistin.