Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be 2025-02-13 11:01:55   RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bike ku her kes bêhnekê bistîne û wiha got: “Gelê Kurd ji Serok bawer e. Divê tu kes vê meseleyê îstîsmar neke û destê xwe deyne bin kevir.”    Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 26’an de ye. Abdullah Ocalan ji wê rojê ve di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Malbata Abdullah Ocalan ji sala 2014’an heta niha tenê karî 5 caran pê re hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de tenê 2 caran karî mafê xwe yê axaftina li ser telefonê bi kar bîne. Hevdîtina dawî ya li ser telefonê ya di 25’ê Adara 2021’ê de kin domiya û di nîviyê de hate birîn.    Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî axivî.    HÊZÊN KOMPLOGER   Mehmet Ocalan, diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd “Roja Reş” e û wiha got: “26 sal berê di şexsê Serok de bêhiqûqî li Kurdan hate kirin. Gelek dewletan qada xwe ya hewayî girtin. Yên digotin ‘demokrasî heye’, egerên demokrasiyê cîbicî nekirin. Komploya navneteweyî di salvegera berxwedana Şêx Seîd de hate kirin. Ji bo peyaman bidin ev dîrok hilbijartin. Biryara darvekirinê jî heman dîroka darvekirina Şêx Seîd bû. Ev ne tesadif e. Girêdayî hev in. Çawa ku Kurdistan bi Lozanê kirin çar parçe, bi komploya 26 sal berê jî heman tişt armanc kirin. Ên di Lozanê de cih girtin, komploya navneteweyî kirin. Lewma pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Hêzên hegemon ên navneteweyî naxwazin ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe. Demokratîkbûn, bi kêrî hêzên Kurdistan dabeşî 4 parçeyan kirine nayê. Serok û hevalên wî heke ev têkoşîn nedabûna destpêkirin, dê îro qala rastiya Kurd nehata kirin. Ji tuneyiyê têkoşînek afirandin û her roj mezintir bû.”    'SEROK JI BO ÇARESERIYÊ DIXEBITE’   Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û Abdullah Ocalan li dijî komployê “berxwedaneke mînaka wê tune ye” raber kiriye. Mehmet Ocalan, wiha domand: “Pêşdîtinên Serok ên têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn xurt in. Baş dizanî ka dê çi bibe û çi biqewime. Bi ser re 26 sal derbas bûn û herî zêde min li giravê pê re hevdîtin kirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebitî. Lê aqilê dewletê ev nexwest û naxwaze. Tevî her tiştî jî Serok dev ji daxwaza xwe berneda.”    Mehmet Ocalan, diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan jî li dijî komployê bertekeke mezin nîşan daye û çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi bîr xist. Mehmet Ocalan, got: “Kurd li her dera cîhanê belav bûne û mafê xwerêvebirinê nadin wan. Hêzên navneteweyî ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser nebe her tiştekî dikin Kurdan jî ev yek tu carn qebûl nekir. Bertekên li dijî girtina Serok êdî derketine lûtkeyê. Gelek kesan bedena xwe şewitandin. Em naxwazin mirov bimirin lê ev îradedya wan e. Mînakeke wiha l cîhanê tune ye. Heke ne ji vê têkoşînê bûya belkî jî komplo bi ser keta.”     Mehmet Ocalan, got ku berxwedana li dijî komployê hêj jî didome û wiha pê de çû: “Tecrîda 43 meh bûn didomiya bi saya vê berxwedanê têk çû. 43 mehan agahî nehatin girtin. Hêj jî bersiva serlêdanên malbat û parêzeran nadin. Li wir 4 mirov hene. Ma mafên wan tune ne? Heke hiqûq hebûya ev rewş nediqewimî. Li Tirkiye û gelek cihên cîhanê li dijî vê rewşê gel têkoşiya. Lê dewletên ji xwe re digotin demokratîk ev rastî nedîtin.”    ‘ÇARESERÎ DÊ BIKE KU HER KES BÊHNÊ BISTÎNE’    Di berdewamê de Mehmet Ocalan bal kişand ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi Abdullah Ocalan re û wiha got: “Heta niha jî navek li pêvajoyê nehatiye kirin lê erênî ye. Ez ji Serok piştrast im ku dê tişta herî baş bike. Şande du caran çû û carekê jî Omer (biraziyê wî) çû. Ev tiştekî baş e. Xebatên şandeyê didomin. Helwesta herî hişk a li dijî Kurdan a MHP û Devlet Bahçelî bû. Devlet Bahçelî hin tişt got û divê egerên wê pêk bîne. Divê aqilê dewletê cidî be. Gelê Kurd ji Serok bawer e lê ji dewletê bawer nake. Sedema vê jî tiştên berê ne. Serok gelek caran pêvajo da destpêkirin lê dewletê pêşî lê girt. Ev 8 sal in qeyûman tayîn dikin. Vîna Kurdan nas nakin. Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê zirar bigihije Kurdan û hemû gelên li ser vê xakê dijîn. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re dê her kes bêhnekî bistîne.”    'DIVÊ HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’    Mehmet Ocalan, daxuyand ku divê her kes ji bo aştiyê destê xwe deyne bin kevir û axaftina xwe wiha qedand: “Dema li Rojava şer heyî li Tirkiyeyê aştî nabe. Nazim û Cîhan rojnamegerên Kurd bûn û di destê wan de tenê pênûsa wan hebû. Herî dawî Azîz Koyluoglû qetil kirin. Ma di destê van kesan de çek hebû? Divê her kes daxwaza aştiyê bike. Serok ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yekkesî de ye. Îradeya wî mezin e. Divê tu kes vê meseleyê îstîsmar neke û ji bo çareseriyê destê xwe deyne bin kevir. Her tişt bi kedê dibe. Gelê Kurd bedelên giran da. Divê ev têkoşîn hêj mezintir bibe. Heta Serok azad dibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk tê çareserkirin divê her kes li ser pêyan be. Bila her kes mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û di 15’ê Sibatê de dengê xwe derxîne.”    MA / Emrullah Acar