Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’ 2025-02-13 11:31:46 WAN - Çalakiya nobetê ya li dijî îxtîmala tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin didome. Dema nobet didome de şaredariyê li ser bîlboardan afîşên “Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin” daliqand.  5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Piştî vê biryarê, xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkirin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. Bertekên li dijî cezayê li Zeydan hatiye birîn ku rê li ber tayînkirina qeyûm vedike, didomin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser cadeyên sereke yên bajar, afîşên ku balê dikişîne ser berxwedana gel a li dijî hewldana xespkirina mazbatayê hatin daliqandin. Şaredariya Bajarê Mezin li gelek noqteyên bajar afîşa “Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin. Dest nede îradeya min!” daliqand.