Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin 2025-02-13 11:51:45 STENBOL - Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê jî di nav de 10 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li dijî gelek şaredariyên navçeyên Stenbolê yên di bin rêveberiya CHP’ê de lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û endamên meclisên şaredariyên Tuzla, Adalar, Şîşlî, Beyoglû û Fatîhê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li midûriyeta emniyetê xelas bûn.    Rayedarên şaredariyan piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Bajar a Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.