Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da 2025-02-13 14:07:52 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû zexta lêgerîna tazî ya li girtîgehan xistibû rojevê. Ozlem Zengîn a AKP’î bi hinceta “hişê wî ne li ser e” xwest vasî li Gergerlîoglû were tayînkirin û bi vê boneyê serî li dadgehê da.  Serokwekîla Koma Meclisê ya AKP’ê Ozlem Zengîn, der heqê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû de ku lêgerîna tazî ya li girtîgeha xistibû rojevê, doz vekir. Gergerlîoglû lêgerîna tazî ya li Midûriyeta Emniyetê ya Uşakê li jinan hatiye ferzkirin xistibû rojevê û Ozlem Zengînê jî bertek nîşan dabû. Li ser mezinbûna nîqaşê, Ozlem Zengînê bi îdiaya ku Gergerlîoglû îftîra li wê û partiya wê kiriye, bi daxwaza Gergerlîoglû 750 hezar lîreyan tazmînatê bide serî li 36’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê da.    Ozlem Zengînê îdia kir ku “Gergerlîoglû ji hêla hiş û ruhî ve baş nîne” û xwest vasî li Gergerlîoglû were tayînkirin.    Gergerlîoglû, li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal a X’ê bertek nîşanî serlêdanê da û got: “Lê belê ev perpitîna te rastiya lêgerîna tazî venaşêre! Heta ku heqî û heqîqet mîna rojê dibiriqe ez ê dev ji axaftinê bernedim!”    MA / Mehmet Aslan