Binarê Qendîlê hate bombebarankirin 2025-02-13 15:17:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.    Dewleta tirk Herêma Binarê Qendîlê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê bi balafirên şer û SÎHA’yan bombebaran kir.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm diyar kir ku dewleta tirk gundê Bêpalanî yê li ser sînorê Binarê Qendîlê bombebaran kir û liv û tevgera balafirên şer û SÎHA’yan a li ser herêmê didome.