Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne 2025-02-13 16:30:13   AMED - Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bertek nîşanî qedexekirina çalakiya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî da û wiha got: “Qedexe dê nekiarin me asteng bikin. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev 100 sal in hûn me dikujin lê Kurd ev 100 sal in li ser pêyan e.”    Walîtiya Amedê bi hinceta “Dê pergala cemaweriyê xerab bike” çalakiya biîranîna Şêx Seîd û hevalên wî qedexe kir. Biryara walîtiyê hate protestokirin. Li Komeleya Şêx Seîd daxuyanî hate dayin û nûnerên partiyan tev li bûn. Serokê Komeleyê Kasim Firat di daxuyaniyê de wiha got: “Salvegera 100’emîn a berxwedana Şêx Seîd efendî û hevalên wî ye. Me jî xwest wan bibîr bînin. Me xwest lehengên xwe, pêşengên gelê Kurd bi bîr bînin. Çalakiya me ya li eywanê bi awayekî nehiqûqî qedexe kirin. Ev qedexe nikarin me asteng bikin. Em vê biryarê qebûl nakin. Bila baş bizanin ku ev kar bi mirinan çareser nabe. Ev 100 sal in hûn dikujin lê gelê Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne.”    Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî biryara walîtiyê şermezar kir. Bozyel, got ku zîhniyeta 100 sal berê ya dewletê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û bi Kurdan re tifaqê bike lê bernameyên wiha yên birûmet jî betal dike. Ev yek, li dijî şehîdên Kurdan û gelê Kurd bêhuermetî ye. Ev 100 sal in hûn nahêlin em şehîdên xwe û dîroka xwe bibîr bînin. Ma dê aştî wiha bibe?”