Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn 2025-02-20 22:27:37 QERS – Li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê kom bûn. 2’emîn Dadgeha Ceza Gira ya Qersê li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê kom bûn.   Beşek polîsan di wesayîtên xwe de beşek jî li kafeyên derdorê kom bûn. Welatiyen xwestin dîmen bigirin ji aliyê polîsan e hatin astengkirin û welatî ji avahiya şaredariyê durxistin.