6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn 2025-02-20 21:31:17   QERS - Hevşaredarê Qaqizmanê Mehmet Alkan ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, got: “Ji bo rê li ber qeyûmê vekin, biryarekî wiha dan. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev desteserkirin e.”   Di danişîna ku îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Qaqizmanê Mehmet Alkan hat birîn.    Alkan der barê biryarê hatî girtin de axivî û diyar kir ku ji ber barîna zêde ya berfê tevlî rûniştina li navenda Qersê nebûye. Alkan bilêv kir ku parêzerên wî rewşê ji heyeta dadgehê re ragihandine û wiha got: “Me bi daxwaznameyê rewşê li heyeta dadgehê re ragihand û daxwaz kir ku rûniştin taloq bibe. Heyeta dadgehê ewil sedemê qebûl kir. Lê heyeta dadgehê ku rûniştinê vekirin, hemû daxwazên me red kirin, li dosyayekî vala ji ber rê li ber qeyûmê vekin 6 sal û 3 meh ceza dan.   Alkan diyar kir ku eger ne hevşaredar ba wê ev dosya bi beraetê encam bûna û wiha got: “Lê ji bo rê li ber qeyûmê vekin biryarekî wiha derket. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev desteserkirin e. Darbeya li ser îradeya gel e. Gelê me wê qebûl neke.”   Alkan anî ziman ku ew Şaredariya Qaxizmanê bi piştgiriya gel qezenç kir û wiha axivî: “Me şaredariya ku tevahiya 10 sal hatibû wêran kirin, di 10 mehan de serûber kir. Me xebat danî pêşiya xwe. Gelek proje danî pêşiya xwe. Lê dixwazin vê asteng bikin. 3 serdemin polîtîkayên qeyûmê li holê ne. Gelê me dizane bê ka ew çi dikin û wê qet vê yekê qebûl nekin. Kes nikare bêrêzî li vîna gel bike. Gelê mê wê dîsa bersivê bide kesên ku bêrêzî li wan dike.”