Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin! 2025-02-21 09:08:24 AMED - Qedexeya "çalakî-protestoyan" a 7 rojan a ku Walîtiya Amedê di 21-27'ê Mijdara 2022'yan de dabû, 2 sal şûnde li dijî "hiqûqê" hat dîtin û hat betalkirin. Biryara qedexeya 7 rojan ya "protesto û bûyeran" ku Walîtiya Amedê di navbera 21-27'ê Mijdara 2022'yan de dabû, 2 sal şûnde li dijî  "hiqûqê" hat dîtin. Ji aliyê walîtiyê ve di rojên navborî de hatibû ragihandin ku di nava sînorên Amedê de lidarxistina her cire çalakiyan hatibû qedexekirin. Baroya Amedê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya 4'emîn a Amedê da. Dadgeha Îdarî di 8'ê Adara 2023'yan de biryara redkirina dozê da.   Baroya Amedê biryar bir Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê. Baroyê di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de îşaret bi wê yekê kir ku biryara qedexekirina "çalakî-protestoyan" ne hiqûqî ye û tu rewşek ku bi awayekî eşkere û zelal nîzam û ewlehiya giştî tehdîd bike tune ye. Her wiha di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku biryara îdarî ya ku hatiye girtin bi "rêgeza hevsengiyê" re nagunce. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku mafê civîn û xwepêşandanê ku hêmaneke bingehîn a jiyana demokratîk e, bi awayekî nehiqûqî hatiye binpêkirin.   Daîreya Doza Îdarî ya 4'emîn a Dadgeha Îdareya Herêmî ya Dîlokê piştî 2 salan serlêdanê nirxand û biryar da ku biryara qedexeya 7 rojan a "çalakî-protetsoyan" a Walîtiya Amedê ne sînordariyeke "nîsbet" e ku ji bo pergala civaka demokratîk pêwîst e û rê dide ku destwerdana mafên bingehîn bike. Dadgehê biryara "eedkirina dozê" ya Dadgeha Îdarî ya 4'emîn a Amedê dabû û biryara betalkirina kiryara navborî da.   Dadgehê di 26'ê Mijdara 2024'an de bi yekdengî biryar da ku rêya temyîzê bê girtin.    MA / Mujdat Can