Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê 2025-02-21 11:52:16 STENBOL - 54 kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê HDK’ê de hatin binçavkirin ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 18’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Rojnameger, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de 54 kes di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.    Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Her 54 binçavkirî ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.