Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin 2025-02-23 14:45:15   STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû di Lijneya Giştî ya Awarte de axivî û got ku ew tenê serdestiya hiqûqê û destûra bingehîn qebûl dikin.    Der heqê Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû û 10 endamên lijneya rêveber de bi daxwaza “bidawîkirina peywirê” û “Hilbijartina jinûve” doz hatibû vekirin. Li ser vê yekê, Baroya Stenbolê biryar da ku di çarçoveya biryarê de Lijneya Giştî ya Awarte li dar bixe. Kongreya Giştî li Navenda Kongreyan a Halîçê tê lidarxistin. Di kongreyê de li dijî rêveberiya baroyê ya heyî ku di 20’ê Cotmehê de dest bi peywirê kiribû, tu koman namzet nîşan nedan. Gelek parêzer tev li lijneyê bûn. Lijne, bi dirûşma “Yên bi hilbijartinê hatin dê bi hilbijartinê biçin. Tu kes nikare mudaxileyî îradeya demokratîk a parêzeran bike” hat lidarxistin. Li eywana kongreyê pankarta “Dê Baroya Stenbolê bêdeng nemîne” hat daliqandin.    Di kongreyê de afîşên weke “Parastina parastinê berpirsyartiyeke dîrokî ye”, “Dema me mafên mirovan diparastin me serî li ber kesekî netewand û dê netewînin”, “Em ê parastinê bidomînin”, “Em li dijî bêhiqûqtiyê ne”, “Bi tena serê xwe xelasî tune ye. An bi hev re yan tu kes ji me”, “Ji Firat Epozdemîr re azadî”, “Dest nede parastinê” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin hilayistin û dirûşmên weke “Fikr, piştevanî, çalakî” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin.    JI BO EPOZDEMÎR DAXWAZA AZADIYÊ HAT KIRIN    Di dlijneyê de Hasan Fehmî Demîr weke serokê dîwanê hate hilbijartin û lijne bi axaftina Demîr dest pê kir. Demîr, di axaftina xwe de xwest ku endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr were berdan.    PROVAYA ‘TÊKBIRINA PARASTINÊ’   Piştre jî Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû axivî û bal kişand ser serdestiya destûra bingehîn û hiqûqê. Kaboglû, got: “Em tenê serdestiya hiqûq û destûra bingehîn nas dikin. Ev du meh in li Tirkiyeyê bi destê endamên darazê provaya ‘dê parastin çawa were têkbirin’ tê kirin. Lijneya rêveber a ji 11 endaman pêk tê kêm e, delîl hatine afirandin û ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Li gel ku parlamenter hatiye hilbijartin jî endamê Baroya Stenbolê Can Atalay niha girtî ye.”    'DÊ PARASTIN BÊDENG NEMÎNE’   Piştre jî Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan axivî û got ku ew li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ne. Sagkan, got: “Me serî netewand û dê netewînin. Em hêza xwe ji heqiyê digirin. Parastin bêdeng nema û dê bêdeng nebe.”