Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin 2025-02-24 16:50:22   WAN - Li 3 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna gel derkevin û gotin: “Em ê dizan bişînin.”    Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam in. Tayînkirina qeyûman li navçeyên Erdîş, Qelqelî û Payîzavayê hatin protestokirin. Li Erdîşê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, di daxuyaniyê de got: “Ew memûrên we tayîn kirin, îradeya vî gelî nînin. Gel, dê îradeya xwe teslîmî van memûran neke. Berxwedana gelê Wanê dê ya li dijî vê zilm û neheqiyê bidome.”    ZEYDAN: EM Ê VAN DIZAN BIŞÎNIN   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, jî wiha got: “Îradeya her kesekî rûmeta wî/wê ye. Hûn bi biryarên kompasê yên darazê vîna gel talan dikin. Gelê me ev 12 roj in tevî sermayê jî li dijî vê bêrûmetiyê li ber xwe dide. Di sersibehê de şaredariyên gel xesp dikin. Dê ev zîhniyeta xespê her tim bi şermezarî bê bibîranîn. Em ê van dizan bişînin.”    GERGERLÎOGLÛ: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GEL NABE    Parlamenterê DEM Partiyê yê Omer Faruk Gergerlîoglû jî got: “Li Wanê kesên dengê xwe nedane DEM Partiyê jî dibêjin ku ya hatiye kilrin zilm e. Banga min ji bo îktîdarê ye; hûn li dijî gel radibin. Bi gel re şer nayê kirin. Tenê xizmet jê re tê kirin. Pirsgirêka Kurd jî we çêkir. Pirsgirêk ne Kurd, hûn in. Em ê her tim li ber van bêhiqûqiyan rabin.”    Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Qeyûmê diz ji Kurdistanê bicehime”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Qeyûm dê biçe gel dê were” hatin berzkirin. Polîsan mudaxileyî girseya xwest meşê li dar bixe, kir. Demek piştre çalakî bi dawî bû.    QELQELÎ   Li navçeya Qelqeliyê ji avahiya DEM Partiyê heta şaredariyê meş hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Qelqeliyê Burhan Atmaca diyar kir ku tayînkirina qeyûman pêkanîneke li dijî îradeya gele Kurd e.   Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Veysî Dîlekçî bal kişand ser hevdîtinên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên çêkirin û wiha got: “Armanca polîtîkaya tayînkirina qeyûm nenaskirina vî gelî ye. Rastiya ku her roj herêm ji aliyê aborî ve ber bi paş ve diçe, gendelî her roj zêde dibe. Li cihê ku demokrasî û makeqanûn neyê xebitandin û zagon bên rawestandin tu pêşketin çênabe. Dema ku gel li benda ragihandineke dîrokî ne, armanc dikin ku siyaseteke cudatir bimeşînin. Armanca vê siyaseta hikûmetê ew e ku li vê erdnîgariyê aştî û aramiyê naxwazin. Daxuyaniya birêz Ocalan wê bibe bangeke dîrokî. Ev yek wê ji bo welatê me gelekî hêja be. Em di wê baweriyê de ne ku em ê niha bikevin pêvajoyeke ku hawira şer û pevçûnan bidawî bibe û aştî bê axaftin"    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî wiha got: “Hûn çi dikin bila bikin gelê Kurd serî li ber we natewîne û wê li ber xwe bide. Ev 100 sal in em serî li ber polîtîkayên we yên înkar û tinekirinê natewînin. Piştî vê saetê em ti carî serî natewînin. Îro birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Muxatabê sereke yê çareseriya vê pirsgirêkê birêz Ocalan e.”   PAYÎZAVA   Li navçeya Payîzava jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li navenda navçeyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman dewama polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li hemberî gelê Kurd e û wiha got: "Binêrin firsendek li pêşiya me heye. Gotina ku birêz Abdullah Ocalan dê di rojên pêş de bide divê hemû gelan, bindestan û yên ji nedîtî ve tên hembêz bike. Ji bo ku daxwaza aştiyê ya ku xeyala hemû gelan e pêk bê divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal diyar kir ku AKP'ê ji demên berê ders dernexistiye û wiha got: "Me di encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de dît ku gelê me piştgiriyeke mezin da partiya xwe û 14 şaredarî xistin xizmeta gel. Me her tim got ku ev hilbijartin dîrokî ye. Me jî gotina xwe ji bo rê li ber diyalogê veke gotiye. Me got 'bila aştî were', lê îro yên ku bi polîtîkayên şer xwe diafirînin dest datînin ser destketiyên gel. Em careke din soza parastina îradeya gelê xwe didin."