Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê 2025-02-28 15:01:01 STENBOL - Ji bo solîstê Koma Hevrayê Gencay Morkoç ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, biryara tehliyekirinê hate dayin.  Polîsên dewleta tirk di 25’ê Cotmeha 2024’an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de solîstê Koma Hevrayê Gencay Morkoç jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin û girtin. Îdianameya 15 kesan çendek roj berê hate amadekirin û ji hêla 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Piştî erêkirina îdianameyê, ji bo Gencay Morkoç ku li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin biryara tehliyeyê hate dayin.