Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê 2025-03-01 14:36:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de belav bû.    Piştî banga dîrokî ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê kirî, Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku ew beşdarî bangê dibin û wê guh bidinê. PKK’ê ji îro û pêve agirbest îlan kir   Mîna piştî banga Rêber Apo, daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Li seranserî cîhanê, ji dervey ajansên nûçeyan ên fermî yên Rûsya û Îranê Sputnik û IRNA’yê, hema bêje hemû rêxistinên çapemeniyê nûçe weşandin. Servîsa Tirkî ya Sputnik jî nûçe bi zimanê medyaya alîgir, dît.   REUTERS   Reuters ragihand ku piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, PKK’ê agirbest îlan kir. Di nûçeyê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kirin ku 40 sal in şer dewam dike.   ASSOCIATED PRESS NEWS (AP)   Di nûçeya AP’ê de hate diyarkirin ku PKK’ê di nava 2 rojan de agirbest îlan kir û daxuyaniya PKK’ê wiha da: “Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bikeve meriyetê, em agirbestê îlan dikin. Heta ku êrîşî me neyê kirin, ti hêzên me çalakiya çekdarî nakin.”   FRANCE 24   Qenala nûçeyan a France 24 nûçe bi van gotinan servîs kir: “Em naveroka bangê qebûl dikin û em ê vê bişopînin û pêk bînin.”   XINHUA   Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua nûçeya xwe weke ‘flaş’ weşand û ragihand ku PKK’ê bi banga Rêber Apo re agirbest îlan kir.   AL JAZEERA   Al Jazeera diyar kir ku PKK’ê agibest îlan kir û got, “PKK’ê xwest ku lîderê wan Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de, were berdan.”   JARUSALEM POST   Jarusalem Post a ku navenda wê Îsraîl e, îlana agirbestê ya PKK’ê bi xwînerên xwe re parve kir.   SKY NEWS   Televîzyona SKY News îlana agirbestê weke nûçeya lezgîn weşand.   BBC   BBC’ê bi nûçeya David Mercer re biryara agirbestê ya PKK’ê ragihand.   SPUTNIK   Servîsa Îngilîzî ya Sputnik ku ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ye, nûçe ji nedîtî ve hat û servîsa Tirkî jî tercîh kir ku nûçeyê bi zimanê medyaya alîgir bibîne.   DW, CNN International, Al Arabiya, Bloomberg, The Washington Post, The Times Of Israel û gelek rojname, televîzyon û malperên nûçeyan biryara agirbestê ya PKK’ê parve kirin.