DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive 2025-03-02 10:04:40 ENQERE - DEM Partî piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi sernavê “Siyaseta demokratîk a serdema nû” nexşerêyê diyar bike. Partî dê bi rojeva bangawaziyê herî kêm li 100 navendan bi gel re bicive. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bi raya giştî re bangekî dîrokî kir û nîqaşên li ser banga dîrokî didomin. DEM Partiyê jî di çarçoveya civakîkirina bangê de plansaziyek derxist.    Piştî ragihandina bangê, DEM Partî bi pêkhateyên xwe re civiya û biryar da ku civîneke ku dê 3 rojan bidome û tevahiya hilbijartiyan tê de cih bigirin li dar bixe. Bi beşdariya Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran dê di nava rojê de civîn were lidarxistin û di 3’yê Adarê de Lijneya Rêveberiya Navendî dê bicive. Civîna herî dawî jî dê bi beşdariya parlamenter û hevşaredaran re di 4’ê Adarê de li navenda giştî ya partiyê were lidarxistin.    Di encama her sê civînan de jî ji bo civak di çarçoveya perspektîfa banga dîrokî de were beşdarîkirin, dê nexşerêya “siyaseta demokratîk a serdema nû” were amadekirin.    CIVÎNÊN BI GEL RE   Bi amadekirina nexşerêyê re dê li gelek navendan bi gel re civîn bên lidarxistin. Li gorî agahiyên li ber dest, Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê amadekariyên xwe yên ji bo civînên bi gel re temam kir. Piştî ku PM’ê ev pêşnûmaye erê kir, dê starta civînên bi gel re bê dayin.    Dê di navbera 9 û 15’ê Adarê de bi sernavê “Civînên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk” re li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li herî kêm 100 navendan bi gel re civîn bên lidarxistin. DEM Partiyê piştî hevdîtina yekemîn a bi Abdullah Ocalan re li 43 navendan bi gel re civînên “Aştiya civakî û azadiyê” li dar xistibû.    Li gel partiyên li bajaran, her wiha dê bi gel û komên baweriyan re jî hevdîtin bên kirin û li rexne û pêşniyarên wan bê guhdarîkirin.    PÊKHATEYÊN DÊ TEV LI CIVÎNAN BIBIN   Dê endamên Şandeya Îmraliyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, hevserokên giştî û nûnerên partiyên pêkhate, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî dê di hevdîtinan de cih bigirin. Di heman demê de endamên MYK û PM’ê, parlamenter, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek derdorên cuda jî tê de cih bigirin.    MA / Mehmet Aslan