Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de 2025-03-02 14:52:51   RÎZE - Mehmet Aydin ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, da zanîn ku li qawîşa kapasîteya wê 7 kes bi giştî 37 girtî tên ragirtin û tevî wî li 6 girtiyan bi îdiaya “li cem hev rûniştine” 13 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Binpêkirinên li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê didomin. Ji girtîgehên din gelek kes sewqî vê girtîgehê hatine kirin. Mehmet Aydin ku li vê girtîgehê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Aydin, da zanîn ku ew li qawîşeke 37 kes lê hene dimîne bi hinceta “li cem hev rûniştine” 13 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Aydin, da zanîn ku di 20’ê Çileya 2024’an de du qawîşên girtî lê dihatin ragirtin kirine yek qawîş û got: “Bi hinceta ku li girtîgehê cih nemaye, her du qawîş kirin yek qawîş. Em 37 kes rûdiniştin û di 12’ê Sibatê de lêgerîn hate kirin. Bi hinceta ku em li cem hev rûdiniştin, der heqê me 6 kesan de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Der heqê min, Savaş koçyîgît, Necdet Parlak, Giyasettîn Aydin, Şiyar Kayadag û Erdem Aktin de lêpirsîn dan destpêkirin. Sedema wê jî ew bû ku em bi hev re rûdiniştin. 13 roj cezayê hucreyê dan. Armanca lêpirsînan ew e ku girtiyan sirgun bikin û hejmara girtîgehê kêm bikin. Lewma cezayê hucreyê didin. Bi hincetên vala lêpirsînên disiplînê li hevalên me vedikin û dixwazin tehliyeyên wan taloq bikin. 3 hevalên me yên cezayê disiplînê lê hatine birîn, ji salekê kêmtir dema wan ma ye. Ji ber cezayê disiplînê, cezayê wan salekê dirêj kirin. Bi cezayê hucreyê gefa taloqkirina tehliyeyan dixwin.”    BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR   Aydin, herî dawî ev bang kir: “Em anîn cem hev û niha jî dixwazin sirgun bikin. Lewma cezayan didin. Em pirtûkan dixwînin, nivîsan dinivîsin û ji bo vê jî dibêjin hûn perwerdeyê dikin û propagandayê dikin û lêpirsînan vedikin. Li girtîgehê gelek pirsgirêk hene. Em keyfxweş in ku 37 heval li ba hev in lê kapasîteya qawîşê ji bo 7 kesan e. Zehmet e ku 37 heval li cihekê ji bo 7 kesan bimînin. Ji bo hêsankirina jiyana xwe em li cem hev rûdinin û dişêwirin lê vê jî weke sûc dibînin. Me ev pirsgirêk ji saziyên hiqûqê re nivîsand. Em dixwazin her kes bi hestiyarî nêzî vê mijarê bibin.”