Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin 2025-03-12 10:17:49 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê careke din 11 herêm ku çiyayên Cûdî û Gabar jî di nav de ne, weke "herêma ewlehiyê ya demkî" ragihand û ketin û derketina van herêman qedexe kir.  Walîtiya Şirnexê çiyayên Cûdî, Gabar û Kurt û herêma Besta, Kelamemê, Donmezler, Kovankaya, Textereş, Încebeldaglari, Oymakaya û Altindaglari ku talankirina xwezayê û petrolê lê berdewam dike, weke "herêma ewlekariya taybet a demkî" îlan kir û ketin û derketina van herêman heta 15 rojan qedexe kir. Walîtiyê ragihand ku qedexeya li van herêman dê ji 13'ê Adarê dest pê bike û heta 27'ê Adarê bidome.